Ji 10 bajarên xemgîn, 9 jê bajarên Bakurê Kurdistanê ne
Diyarbekir (K24) – Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê (TUÎK), amarên ku li ser derûniya xelkê bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû, ragihandibû. Li gorî van amaran îsal jî hat dîtin ku ev 3 sal in Diyarbekir bajarê herî xemgîn e. Derûnînas û welatiyên Diyarbekirê, vê xemgîniya kûr herî zêde bi rewşa siyasî û aborî ve girêdidin.
Di amarên îsal ên Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê de Diyarbekir cara sisiyan wekî bajarê herî xemgîn hat ragihandin. Li vî bajarê qedîm ku serjimêra wê gihîştiye 2 milyonan, pirsgirkên aborî û civakî hebin jî di bingeha vê xemgîniya gelemperî de 3 sedemên sereke tên rêzkirin. Derûnînasên ku ji nêz ve çavdêriya van lêkolînan dikin, rewşa xelkê Diyarbekirê wiha dinirxînin:
Derûnînas Şiyar Guldîken ji K24ê re got: “Ev ji 100 salan zêdetir in li herêmê pirsgirêka Kurd heye. Ev jî bandora xwe li vê mijarê dike. Em qebûl bikin jî nekin jî li vê derê xizaniyek heye. Em dikarin bibêjin ku li welatên Tirkiyeyê xizanî ji %10 be, li Diyarbekirê hîn bêhtir e. Ya din jî bi rastî nexweşîn gelek zêde bûne. Helbet ji ber vê yekê jî derûniya mirovan xirab bûye. Ji ber vê jî nexweşînên wekî pençeşêrê li her deverê zêde bûne. Ev jî ji bo pêşerojê dibe sedema nezelaliyê.
Derûnînas amaje dikin ku cihê hêvî lê tunebe, xemgînî derdikeve pêş. Ji ber vê jî pêşniyaza wan ew e ku pêdiviyên civakê bên dabînkirin da ku xemgînî cihê xwe bide hêviyan û hêvî jî bibe bingeha bextewariyê. Welatiyên Diyarbekirê ku sê sal in xemgînîniya wan tê pesendkirin, sedemên xemgîniya xwe bi vî awayî radigihînin:
Welatî Îbrahîm Kartal: “Ne wekî berê ye. Berê baş bû, xelk bi hev re wekî birayan bû. Lê niha tiştekî wisa nemaye. Her kes li karê xwe dinihêre. Ji aliyê aboriyê ve jî her tişt buha bûye. Mezinekî ku karê xwe baş bike tuneye, dibêjin em dikin lê nakin.”
Welatî Bunyamîn Kaya: “Kurd, Tirk, Ereb, divê em hemû wekî hev bin. Divê mirov bi çavên mirovan li hev binihêrin. Dema em bixwazin li derekê bixebitin jî em bi Kurmancî diaxivin, dibêjin qey em ji bo wan xeberan didin.”
Di amarên TUÎKê de bi giştî 10 bajarên xemgîn hatine parvekirin. Her çiqas bajarê yekemîn Diyarbekir be jî ji 10 bajaran 9 jê bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Li gorî derûnînasan, sedema sereke; çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.