Li Diyarbekirê jinek hat kuştin

Diyarbekir (K24) – Li gor agahîyan, doh (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) li Taxa Körhatê ya navçeya Rezanê ya ser bi Dîyarbekirê ve, jineka 45 salî ya dayika du zarokan bi navê Pervîn Bal, ku di mala xwe de bi kêran hatiye kuştin, hat dîtin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê got, li ser agahdarkirina hevjînê wê N.B yê 71 salî, tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê û dîtin ku Pervîn Bal hatîye kuştin.

Herwesa amaje da, dema cenazeyê dayika du zarokan ji bo otopsiyê hat veguhsatin, Tîpa Edlî hevjînê wê N.B. wek gumanbar binçav kir.

li gor zanyarên K24ê, ji alîyê tîmen ewlehîyê ve, lêpirsîn li ser vê bûyerê hat destpêkirin.

Fly Erbil Advertisment