Partiyên Kurdistanî: Divê Kurd hay ji bandora dengê xwe hebin û li wê tevbigerin

Diyarbekir (K24) – Ji bo Hilbijartinên Şaredariyan ku dê di 31ê Adara 2024an de li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, Partiyên Kurdistanî yên ku li Bakurê Kurdistanê xebatên siyasî dimeşînin; nêrînên xwe wiha eşkere kirin. Li gorî vê yekê hemû Partiyên Kurdistanî papend in ku Kurd hay ji bandora dengê xwe hebin û li wê gorê gavên xwe bihavêjin.

Di 31ê Adara 2024an de li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sindoq dê ji bo şaredariyan bên danîn. Rêveberên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî diyar dikin ku heger li ser nirxên siyasî lihevkirinek çêbibe, Dem Partî jî di nav de ew dikarin di nav tifaqên siyasî de cih bigirin.

Rêveberê di PSKê de Ahmet Kinil ji K24ê re got: “Ji bo lihevhatin û bi hev re xebitîna partî û rêxistinên din, hewilên me hene. Me biryarek da ku em di serî de platformekê ava bikin. Di vê platformê de di serî de partiyên Kurdistanî û Partiya Demê jî di nav de em ê hevdîtina bikin. Hevdîtinên me jî dê li ser xebatên şaredariyan bin.”

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ku ew jî wekî hemû nûnerên partiyên siyasî yên Kurd li dijî tayînkirina qeyûman e, dê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Rêveberê di Hak Parê de Hanîfî Eren dibêje: “Têkiliyên me bi partiyên din re jî hene. Em dan û stendinan dikin. Lê em hîn nizanin dê helwesta wan çawa be. Em bi rastî dixwazin bibin dengekî taybet ên Kurdan. Hilbijartinên herêmî girîng in û em dibêjin em ê şaredariyên welatperwer ava bikin.”

Ji 65 şaredariyên HDPê, tenê ji bo 6 şaredariyan qeyûm nehatibûn tayînkirin. Yek ji van şaredariyan jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) ve tê rêvebirin ku bi tifaqa siyasî hatibû bidestxistin. Rêveberên PDK-Tê, di vê hilbijartinê de jî bi germî li tifaqê dinihêrin.

Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Mehmet Emîn Kardaş diyar kir: “Îro Partiya Dem bi serê xwe dengên Kurdan civandine û wisa beşdarî hilbijartinan dibe. Heger ku neyeta me paqij be, divê em hemû li dora Partiya Dem bicivin, wekî din çareya me tuneye.”

DBPê, di hilbijartinên 2016an de 95 şaredarî bi dest xistibûn. Di hilbijartinên 2019an de HDP beşdarî hilbijartinan bûbû û ji ber kêmbûna dengan ji 95 şaredariyan 65 şaredî bi dest xistibûn. Niha jî armanca aliyên Kurdan ew e ku hemû Kurd bibin yek û dengên xwe û hejmara şaredariyên xwe zêde bikin.