Ehmed Turk ji berbijariya şarederîyê vekişîya

Ehmed Turk
Ehmed Turk

Diyabekir (K24) – Ehmed Turk ji berbijariya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê vekişiya, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) duh, ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên civatên şaredariyan û endamên civatên giştî yên parêzgehan li 10 parêzgehan û gelek navçeyên girêdayî wê dengdan li dar xist.

Ehmed Turk ku ji bo hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kir, di îfadeya xwe ya berê de diyar kiribû ku ger di hilbijartina yekem de neyê hilbijartin ew dê ji berbijariya xwe vekişe.

Turk di hilbijartinên duh de di sindoqan de bû yekemîn, lê nekarî benda ji sedî 50+1 derbas bike. Ehmed Turk ragihand ku ew ji berbijariya xwe vekişiyaye.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk got, “Min berê ragihandibû ku eger ez ji sedî 50 dernekevim ez dê xwe vekişînim. Ez spasiya raya giştî dikim ji bo piştgiriya wan. Ez xwe ji siyaseta aktîf vedikişînim. Ez dê têkoşîna gelê Kurd di platformên cuda de bidomînim.’’

Hêjayê gotinê ye, li gelek bajarên Bakurê Kurdistane di hilbijartinan de berbijaran ji sedê 50 zedetir deng dest nexistin û ma beşa duyemîn.

Fly Erbil Advertisment