Hebûna Mesrûr Barzanî li Korbenda Davosê dê zêdetir weberhêneran bîne Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrên siyasî û şarezayên aborî tevlîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Korbenda Davosê de ji aliyê bihêzkirina peywendiyên diplomatî û peydakirina bazara navdewletî ji bo berhemên navxweyî ve giring dibînin.
Mamostayê zanîngehê Rêbwar Babkeyî îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Korbenda Davosê ji aliyê têkeliyên siyasî û diplomatî ve girêdana Herêma Kurdistanê bi xeleka diplomatî ya navdewletî ve ye”.
Di derheqa bandora tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Korbenda Davosê de jî got, “Tevlîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo wê yekê ye ku peywendiyên diplomatî mukomtir û berfirehtir bike, dikare ji aliyê aborî jî ve gelek derfetan çê bike ji bo ku weberhênerên navdewletî bikarin li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin, ew jî di feydeyê xelkê Kurdistanê de ye”.
Davosa îsal mijarên cuda cuda vedigire, wekî şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, şerê navbera Hemas û Israîlê, guhertinên seqayî û jîriya destçêkirî ku dibin mijara serekî.
Mamostayekê dî yê zannîgeha Kurdistanê got, “Hebûna serkirdeyên Kurd li wê korbendê ji bo bihêzkirina peywendiyan e, tê zanîn ku Kurdistan bi kanzayên petrol û gazê û samanên dî yên xwezayî zengîn e”.
Wî mamostayê zannîgehê herwesa got, “Par Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li wê korbendê çend berhemên Kurdistanê ji bo siyasetvanên cîhanê dan nasandin”.
Korbenda Davosê pênc rojan berdewam dibe û tê çaverêkirin ku 2800 kes dê tevlî wê bibin, ji wan jî 60 serok û serokwezîrên welatan in.
Korbenda Davos 2024ê bi drûşmê “Avakirina Baweriyê” li rojên 15 heta 19ê vê mehê tê kirin. Korbenda Aborî ya Cîhanî bi armanca çêkirina baweriyê dê ji bo dema pênc rojan tevaya cîhanê mijûl bike.
Korbenda îsal dê pêşwaziya 100 serokên hikûmetan û piraniya dezgeh û rêkxistinên navdewletî û hezar hevparên korbendê û serkirdeyên civakî bike. Herwesa şareza û nûnerên ciwanan, karsazan û medyayan dê amade bibin.