Rûmal

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Davosê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Swîsrayê û dê wekî serokê şandekê tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) wekî serokê şandeka Herêma Kurdistanê gehişt welatê Swîsrayê, bi wê meremê ku tevlî gera 24ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li DAvosê bibe.

Pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje dabû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya tevlîbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de, dê bi hejmareka serok û serokwezîr û berpirsên bilind ên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê û cîhanê re bicive, û dê di hevdîtinên xwe de danûstandinan li ser çend tewer û pirsên navxweyî û herêmî û cîhanî bike, wekî pêşxistina peywendiyên dualî û xasma di warên aborî û weberhênanê de.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Davosê de di çarçoveya bizavên wî yên berdewam de ye, ji bo mukomkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatan re û danûstandinên li ser wan pirsan ên ku peywendî bi paşeroja Îraqê û deverê bi giştî ve heye”.

Şanda Herêma Kurdistanê ji hejmareka berpirsên hikûmî û weberhêner û xwediyên karan ên Kurdistanê pêk hatiye, ku ev cara yekê ye tevlî Korbenda Davosê dibin.

Herwesa bi pêşengî û raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Mala Kurdistanê li Davosê tê vekirin.