Mesrûr Barzanî: Ji bo bidawîanîna êrîşên li ser xelkê Kurdistanê, em bi Civaka Navdewletî re di peywendiyê de ne

Navneda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekê li ser êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê parve dike û radigehîne, “Em dê bi Civaka Navdewletî re di peywendiyên berdewam de bin, pêxemetî bidawîanîna van êrîşên dirindane yên ku li ser xelkê bêtawan ê Kurdistanê tên kirin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 16.1.2024) peyamek parve kiriye û tê de hatiye, “Careka dî Hewlêra serbilind bû armanca êrîşên moşekî yên artêşa Pasdarên Îranê. Mixabin ji verêja vê êrîşa bêbehane, şehîd û birîndarên sivîl hene”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa bi tundî ew tawana di derheqa xelkê Herêma Kurdistanê de hatiye kirin şermezar kiriye û daxwaza dilovaniyê ji bo şehîdan û çareseriyê ji bo birîndaran ji Xudê kiriye.
Mesrûr Barzanî di pareka dî ya peyama xwe de gotiye, “Ez daxwazê ji Hikûmeta Federalî jî dikim ku helwesteka tund li bernaberî vê binpêkirina li ser serweriya Îraqê û xasma Herêma kurdistanê hebe”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa daxwaz ji Civaka Navdewletî jî kiriye ku helwesteka tund li bernaberî vê binpêkirinê hebe ya ku li ser serweriya Îraqê û xasma Herêma Kurdistanê tê kirin, herwesa daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku li ser vê stemkariya li beranberî xelkê Kurdistanê tê kirin bersivê bide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareka dî ya peyama xwe de ragehandiye, “Di rojên bê de, em dê bi Civaka Navdewletî re di peywendiyên berdewam de bin, pêxemetî bidawîanîna van êrîşên dirindane yên ku li ser xelkê bêtawan ê Kurdistanê tên kirin”.