Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike

Matthew Miller
Matthew Miller

Waşinton (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê helwesta xwe li beranberî êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê radigehîne û piştgiriya xwe ji bo bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî tekez dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro (Sêşem, 16.1.2024) ragehand, “Em êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyan dikin”.

Matthew Miller amaje da, “Em li dijî êrîşên moşekî yên bêbingeh ên Îranê ne ku dibin sedema têkdana rewşa Îraqê”. Herwesa wî piştgiriya Amerîkayê ji bo bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî jî tekez kir.

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê jî her îro (Sêşem, 16.1.2024) ragehand, “Seet 23:30 ê şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin. Li gorî amarên destpêkê, çar welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa tendirustiya hindek ji wan giran e”.

Piştî wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê berpirsyariya xwe ji bo êrîşên li ser Hewlêrê ragehand û eşkere kir ku ew êrîş bi moşekên Balistî bûye û li ser çend bingehên komên opozisyona Îranê hatiye kirin.

Fly Erbil Advertisment