Pêkhateyên Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêhateyên netewî yên Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê li ser bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako di daxuyaniyekê de got, êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê “bêbihane û neberpirsane ye û binpêkirina aşkere ya serwerî û serxwebûna xaka Iraqê û jiyana welatiyan e.”

Luîs Sako amaje bi wê yekê kir, berpirsyariya welat û gelan ew e ku "pêşxistina nirxên aştî û pêkvejiyanê û peydakirina jiyaneke rehet ji welatiyan re, ne afirandina şer û pevçûnên ku aştiyê peyda nakin.”

Di peyamekê de ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, Patriyerkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Iraq û Cîhanê Awayê Sêyem hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û gelê Herêma Kurdistanê re ragihand û êrîşa mûşekî bi tundî şermezar kir.

Awayê Sêyem bang li cîhanê kir ku di rûbirûbûna van kiryarên terorîstî de yekgirtî bin û kar ji bo pêkanîna aştî û aramiyê ji sivîlan re bikin.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Metranên Kildanî li Hewlêrê Metran Beşar Meta Werda, Serokê Pêkhateya Ortodoksên Suryan li Mûsil, Kerkûk û Herêma Kurdistanê Metran Nicodemus Dawûd Mata û Serokê Metranên Katolîkên Suryanî yên Mûsilê Metran Nathaniel Nizar Saman bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa terorîstî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi hemû awayî piştgiriya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a ji bo parastina asayîşa welat û welatiyan nîşan didin û bang li her kesî dikin ku rêzê li serwerî û serxwebûna welat bigirin.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Fly Erbil Advertisment