Papayê Vatîkan êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û dawxwaz kir ku rê li ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn bê girtin.

Papa Fransîs hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê nîşan da, ku welatiyên sivîl kirin armanc, xwest û got: Di têkiliyên cîrantiya baş de, kiryarên wiha nayên kirin, lê danûstandin û hevkarî tê kirin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû aliyan dikim ku xwe ji pêngavên berfirehkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û senaryoyên şer dûr bigirin.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Fly Erbil Advertisment