Xwepêşandaneke girseyî li Dihokê li dijî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê
Xwepêşandaneke girseyî li Dihokê li dijî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê

Xwepêşandaneke girseyî li Dihokê li dijî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya bi hezaran welatiyan; Xwepêşandaneke mezin li Dihokê li dijî êrişên mûşekî yên pasdarên Îranê li ser Hewlêrê ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, dest pê kir.

Welatiyan ji K24ê re gotin, Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên cuda ye û ti carî nebûye metirsî li ser ti welatekî.

Welatiyan daxwaz ji civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kirin ku sînorekê ji êrişên li ser Herêma Kurdistanê re deynin, da ku êdî sivîl nebin qurbanî.