Hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî behsa şeva êrîşê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Di vîdyoyê de hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî behsa şeva êrîşa mûşekî dike û dibêje, zarokên min di dema êrîşê de li odeya xwe bûn û şehîd Peşrew ligel hevalekî xwe yê bi navê Kerem bû.
Vîdyoyek ku li ser li tora civakî “X” hatiye belavkirin, Hana Cotyar hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî hûrgiliyên şeva êrişa Îranê bo ser malan vedibêje.
Pêde diçe ev vîdyo di dema ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Komîteya Lêkolînan a Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî serdana birîndarên êrîşê li nexweşxaneyê kirine, hatibe tomarkirin.
Hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî got: “Keç û kurê min di odeya xwe de bûn, şehîd Pêşraw û mêvanekî xwe li qata jêrê rûniştibûn, hew me zanî ku bi mûşkan êrîş li me hate kirin.”
Diyar kir jî, “ew wek rojeke asayî li mala xwe bûn û di atmosferek normal de bûn, ji nişka ve xanî bi ser serê me de hilweşiya.”
Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.
Li gorî raporên ku ji aliyê Dezgeha Asayişa Nîştimanî ya Iraqê û aliyên pêwendîdar ve hatine amadekirin, mala ku li Hewlêrê hatiye armanckirin, ne baregeha Mossadê ye û cihê rûniştina sivîlan bûye.
Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.