Ebas Zamilî: Mala Pêşrew Dizeyî cihê akincîbûnê bû ne bingeha sîxuriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê wê lijneya Civata Nûnerên Îraqê ya ku serdana mala Şehîd Pêşrew Dizeyî kiribû dibêje, “Ew mal cihê akincîbûnê bû, ne ku bingeha sîxuriyê”.
Lijneyeka taybet a Civata Nûnerên Îraqê, ku ji hejmareka endamên her du lijneyên ewlehî û bergiriyê û peywendiyên derve pêk hatibû, îro (Yekşem, 21.1.2024) gehişt Herêma Kurdistanê.
Paştir wê lijneyê bi hevrêtiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re serdana mala Şehîd Pêşrew Dizeyî kir.
Armanca wê serdanê ew bû ku lêkolîn li ser wê êrîşê bên kirin ya ku Pasdarên Îranê kiribû ser wê malê.
Serokê wê lijneyê Ebas Zamilî di konfiranseka rojnamevanî de û di bersiva peyamnêrê K24ê Newres Ebdula de ragehand, “Mala Pêşrew Dizeyî bi moşekan hatiye armanckirin, ku em wesa difikirin moşekên balistî ne, û gelek zirar gehandine wî cihî”.
Herwesa got, “Ew mal cihê akincîbûna welatiyên sivîl bû û çi amaje nînin ku bingeheka sîxuriyê be”.
Ebas Zamilî herwesa amaje da, “Êrîşên moşekî yên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê çi behane nînin û binpêkirina serweriya Îraqê ye. Eger bi rastî bingeheka sîxuriyê ya her welatekî li Herêma Kurdistanê heba, Îranê dikarî bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê bi danûstandinan ew mijar çare kiriba, ne ku êrîşa moşekî kiriba ser mala welatiyekê sivîl”.
Şaxewan Ebdula: Cadeya Îraqê zêdetir rengvedanan ji Civata Nûneran û Hikûmeta Îraqê dixwaze
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula jî, ku bi wê lijneyê re çûbû mala Şehîd Pêşrew Dizeyî, di wê konfiransa rojnamevanî de ragehand, “Me wekî Civata Nûnerên Îraqê daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiriye ku pêngavên kiryarkî ji bo rêgirtina li wan êrîşên berdewam ên tên ser Herêma Kurdistanê bileztir bike û divê sinorek ji bo wan êrîşan bê danan ên ku xelkê sivîl dikin armanc”.
Li dû gotinên Şaxewan Ebdula, “Cadeya Îraqê û ya Herêma Kurdistanê jî zêdetir rengvedanan ji Civata Nûneran û Hikûmeta Îraqê dixwaze, ji bo ku êdî helwesta wan bi şermezarkirinê bidawî neyê, belkî pêngavên kiryarkî û navdewletî biavêje, ji bo ku ew êrîş dubare nebin û bidawî bên”.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje da, “Em wekî Civata Nûnerên Îraqê piştevaniya hemî wan pêngavan dikin ên ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di derheqa êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê de avêtine”.
Şaxewan Ebdula tekez kir, “Êdî xelkê Îraqê ji me qebûl nake ku helwesta me li ser wan êrîşên ji aliyê Îranê ve tên ser Herêma Kurdistanê tenê şermezarkirin be, belkî divê em pêngavên kiryarkî biavêjin”.
Rêber Ehmed: Hemî behaneyên Îran behs dike bêbingeh in
Herwesa Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî amaje da, “Tevaya wan zanyarên ku li ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî û êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê “pêdivî bûn”, pêşkêşî wê lijneyê hatine kirin”.
Rêber Ehmed tekez jî kir, “Ew cihê ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve hatiye armanckirin cihekê sivîl e û xaniyê sermayedarekê serkeftî û rêzdar ê bajarê Hewlêrê ye. Ew çend sal bûn ku malbata wî tê de dijiya û çi peywendî bi pirsên siyasî û serbazî ve nebûn. Hemî ew behaneyên tên behskirin bêbingeh in”.