Melayekê Şêxanê: Her kesê li ser ax û namûs û malê xwe bê kuştin şehîd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Şêxanê û derdorên wê îro (Çarşem, 24.1.2024) li dijî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê xwenîşandanek kir.
Li nav xwenîşandana Şêxanê ya li dijî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê, melayekî got, “Mixabin, welatiyên Herêma Kurdistanê tên şehîdkirin ku zarokeka 11 mehî di nav de ye, gelo zarokên 11 mehî yên hindê ne bên şehîdkirin? Gelo bersiva Îranê çi ye ku ew zarok roja qiyametê dê daxwaza mafê xwe bike?”.
Herwesa got, “Îran çima moşekan li Hewlêrê dide? Hewlêr paytexta Kurdistanê û aştiyê û mirovatiyê ye”. Herwesa ji desthilatdarên Îranê pirsî, “Gelo hûn nizanim Xudayê mezin kerem kiriye ‘her kesekê kesekî bê heq bikuje, herwekî hemî xelkê ser erdî kuştibe’?”.
Amaje jî da, “Gelo Kurdistan ji Îranê ewle ye? Bersiv nexêr e”. Herwesa got, “Her kesekê li ser ax û namûs û malê xwe bê kuştin şehîd e, em li ser axa xwe ne, xwediyên îradeya xwe ne, herwekî Serok Barzanî got, ew dikarin me bikujin lê nikarin îradeya me ji me bistînin, lewma em dibêjin dijminên xwe ku yên em komkuj û kîmyabaran kirine hemî gor bi gor çûne”.
Wî melayî herwesa got, “Em Misilman û Êzidî û Mesîhî îro li qezaya Şêxanê kom bûne û em hemî pêkve wan êrîşan şermezar dikin”.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.