Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Kakeyîyan pîroz dike

Navneda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Yarên Qewiltas li Kakeyîyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 25.1.2024) peyamek belav kir ku tê de dibêje, “Bi helkefta hatina cejna Yarên Qewiltas, ez gerimtirîn pîrozbahî li xûşk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistanê û cîhanê dikim, hêvîdar im cejna xwe bi xêr û xweşî bikin”.
Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê peyama xwe de amaje daye, “Kakeyî pêkhateka resen a gelê Kurdistanê ne û rolekê diyar û giring di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de gêraye û herdem bi rêz ve xebat û tekoşîn û qurbanîdana xwe bilind dinirxînin û em pabendbûna xwe li ser parastina mafên wan tekez dikin”.
Deqê peyama pîrozkirinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Yarên Qewiltas a Kakeyîyan
Bi helkefta hatina cejna Yarên Qewiltas, ez gerimtirîn pîrozbahî li xûşk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistanê û cîhanê dikim, hêvîdar im cejna xwe bi xêr û xweşî bikin.
Kakeyî pêkhateka resen a gelê Kurdistanê ne û rolekê diyar û giring di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de gêraye û herdem bi rêz ve xebat û tekoşîn û qurbanîdana xwe bilind dinirxînin û em pabendbûna xwe li ser parastina mafên wan tekez dikin.
Cejna we pîroz be û her di xêr û xweşiyan de bijîn
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê