Serok Barzanî cejna Kakeyîyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike û tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û piştevanîkirina maf û daxwaziyên pêkhatan dike.
Serok Barzanî îro (Pêncşem, 25.1.2024) peyamek belav kir ku tê de dibêje, “Bi helkefta hatina cejna Qewiltasê, ez pîrozbahiyê li tevaya xûşk û birayên Kakeyî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim”.
Serok Barzanî amajeyê jî dide, “Ez hêvîdar im xûşk û birayên me yên Kakeyî û tevaya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê herdem cejn û helkeftên xwe bi aramî û xêr û xweşî bikin”.
Serok Barzanî di pareka dî ya peyama xwe de nivîsiye, “Di vê helkeftê de, em tekezê li ser bihêztirkirina çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û piştevanîkirina maf û daxwaziyên pêkhatan dikin”.
Deqê peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Qewiltasê
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qewiltasê, ez pîrozbahiyê li tevaya xûşk û birayên Kakeyî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im xûşk û birayên me yên Kakeyî û tevaya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê herdem cejn û helkeftên xwe bi aramî û xêr û xweşî bikin.
Di vê helkeftê de, em tekezê li ser bihêztirkirina çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û piştevanîkirina maf û daxwaziyên pêkhatan dikin.
Di xêr û xweşiyan de bimînin.
Mesûd Barzanî
25ê Çileya 2024ê