Bêgerd Talebanî: Kabîneya nehê giringiyeka zêde daye kertê çandinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê di nav Konfiransa Sêyê ya Nûnerîtiyan de li Hewlêrê ragehand, “Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeka zêde daye kertê çandinê”.
Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konfiransa Sêyê ya Nûnerîtiyan îro (Yekşem, 28.1.2024) li Hewlêrê hat kirin. Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di nav wê konfiransê de ragehand, “Mijara ewlehiya xwarinê yek ji bingehên ewlehiya neteweyî ya her welatekî ye, ku giringî û taybetmendiya xwe heye û ji xalên herî serekî ye, ku ew jî peydakirina xwarina pêdivî ye bi rengekê baş ji bo her kitekesekê civakê”.
Li dû gotinên Wezîra Çandinê, ew di çar salên borî de di çarçoveya karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewamiya kabîneyên pêştir bûne. Navbiriyê got, “Ya ku di salên borî de hatiye kirin, em înkar nakin, lê kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeka zêde bi warê çandinê daye, vê yekê jî wesa kir ku berpirsyarîtiya çandinê di vê kabîneyê de mezintir bû, ji bo ku em bikarin ewlehiya xwarinê û ava vexwarinê peyda bikin”.
Bêgerd Talebanî herwesa amaje da, “Ji ber hemî astengên ku di rêya me de bûne berbest, me xwe dûr nekir, mijara hişkesaliyê yek ji bandorên mezin e ku bandor li ser seqayê Kurdistanê û kertê çandinê hebû, herwesa tevaya wan guhertinên siyasî û şerên ku niha hene, li gel wan nexweşiyên ku belav bûne, bandor li ser karê me wekî Wezareta Çandinê hebû, lê ewlehiya xwarinê yek ji bingehên giring ên ewlehiya neteweyî ne, lewma me her zû bal kişand ser wê yekê ka çawa em bikarin pêdivîtiyên xwe ji ax û seqayên xwe berhem bînin û paşî bazarî ji bo berhemên xwe peyda bikin. Bi piştevaniya hemî aliyan, em di gelek berheman de gehiştin astê xwejiyandinê û em serkeftî bûn”.