Mesrûr Barzanî: Nûnerîtiyên me li derve rolekê diplomatî yê bibandor hebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Nûnerîtiyên me li derve rolekê bibandor di pêşxistina diplomatiya Herêma Kurdistanê de hebûye”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28.1.2024) peyamek li tora civakî ya Xê belav kiriye û tê de nivîsiye, “Nûnerîtiyên me li derve rolekê bibandor di pêşxistina diplomatiya Herêma Kurdistanê de hebûye. Ew peyamên niştîmanê me digehînin û peywendiyên me yên siyasî û aborî bi Civaka Navdewletî re bihêztir dikin”.
Îro (Yekşem, 28.01.2024), bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Sêyê ya Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hat destpêkirin.
Xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî yek ji karên pêşîn ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku her ji destpêkê bi berpirsyariyeka mezin dest bi bicihanîna vê para karnameya hikûmetê kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di şert û mercên herî dijwar de kariye xwendineka rast ji peywendiyên navdewletî û herêmî re bike, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê jî bi îradeyeke bihêz gavên xwe ber bi pêşxistina peywendiyên navdewletî avêtin.