Saman Soranî: Welat pêşwaziya vekirina nûnerîtiyên nû yên Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendekê Bala ji bo Karûbarên Siyasî û Diplomatî li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatan berdewam bizav kiriye ku piştevaniya welatan ji bo Herêma Kurdistanê bi dest bixin”.
Şêwirmendê Bala ji bo Karûbarên Siyasî û Diplomatî li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Soranî taybet ji K24ê re ragehand, “Di çarçoveya bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bizavên çaksaziyê li nav pêkhateya Fermangeha Peywendiyên Derve hatine kirin, ji ber ku di dema borî de pêkhata wê li ser birêveberîtiyê belav bûbû, niha bizav hatiye kirin ku pêkhatan li hev bicivînin û awayek ji dozê bê bikaranîn ji bo wan welatên ku di peywendiyên dualî de li gel me ne”.
Wî şêwirmendî herwesa ragehand, “Welat pêşwaziya vekirina nûnerîtiyên nû yên Herêma Kurdistanê dikin, behsa wê yekê dikin ku wan li Herêma Kurdistanê konsulxaneyên giştî hene, çima Herêma Kurdistanê nûnerîtiyên xwe li wan welatan venake ji bo ku bikarin zêdetir pirên peywendiyan bihêz bikin?”.
Di derheqa peywendiyên navbera Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Hikûmeta Îraqê de, Saman Soranî got, “Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi arêşe li gel Wezareta Derve ya Hikûmeta Îraqê nînin, piraniya konsulxaneyên welatan bi razîbûna Wezareta Derve ya Îraqê li Herêma Kurdistanê hatine vekirin. Wan derfet çê kiriye ku peywendiyên me li gel cîhana derve bi rêya konsulxaneyan bihêz bikevin”.
Herwesa amaje da, “Di hemî sîstemên federalî de eger herêmek bikare bihêz bikeve, çi ji rûyê aborî an çandî an jî bazirganî ve, hingê dê bibe palderek ku welatê navendî jî bihêz bikeve”.
Tekez jî kir, “Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatan berdewam bizav kiriye ku piştevaniya welatan ji bo Herêma Kurdistanê bi dest bixin, karîne bi wê rêyê givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê ji bo ku dijatiya Herêma Kurdistanê neke û mafên wê binpê neke”.
Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konfiransa Sêyê ya Nûnerîtiyan îro (Yekşem, 28.1.2024) li Hewlêrê hat destpêkirin.