Awat Cenab: Me û Hikûmeta Federalî li ser edilandina qanûna budceyê li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê taybet ji K24ê re ragehand, “Qanûna budceyê stemeka mezin li Herêma Kurdistanê kiriye, Hikûmeta Federalî jî bi wê stemê hesiyaye û me di danûstandinan de li ser edilandina wê qanûnê li hev kiriye”.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro (Duşem, 29.1.2024) taybet ji K24ê re eşkere kir, “Hûrbînî ji bo data û zanyaran hatiye kirin û Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî rêkar bi cih anîne”.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Qanûna budceyê stemeka mezin li Herêma Kurdistanê kiriye, Hikûmeta Federalî jî bi wê stemê hesiyaye û me di danûstandinan de li ser edilandina wê qanûnê li hev kiriye”
Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm jî doh (Yekşem, 28.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du û piraniya aliyên siyasî li Bexda û Hewlêrê li ser wê yekê rijd in ku divê qanûna giştî ya budceya federalî ya Îraqê bê edilandin”.
Amanc Rehîm herwesa got, “Me bi rengekê destpêkî li gel Hikûmeta Federalî li ser edilandina qanûna budceyê li hev kiriye, em li bendê ne ku rûniştina duyê ya piştî hilbijartinên serokê nû yê Civata Nûnerên Îraqê ji bo edilandina qanûna budceyê bê taybetkirin, bi rengekî ku ew berbestên di madeyên 11,12,13 û 14 de hene û di rêya şandina mafên darayî yên Herêma Kuridstanê de rêgirin bên rakirin”.