Intîfaz Qenber: Hikûmeta Hewlêrê serê xwe xwe ji bo Îranê naçemîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewşa Rojhilata Navîn roj bi roj nexweştir dibe û alozî zêde dibin, şirovekerekê siyasî di vî warî de dibêje, “Îranê axa Îraqê ji bo şerên xwe kiriye meydaneka azad”. Herwesa Serokê Lijneya Parastina Kurdan li Waşintonê tekez dike, “Li Hewlêrê hikûmetek heye, dixwaze xizmeta neteweya xwe bike û serê xwe ji bo Îranê naçemîne”.

Şirovekera Siyasî Newal Mûsewî ji K24ê re got, “Hemî aliyên ku tevlî hevrikiyên Îraqê bûne diyar in”. Herwesa got, “Mimkin e şerê bi wekalet li Îraqê berdewam be, hingê Îraq dê bibe metirsîdartirîn meydana şerî”.

Navbirî herwesa amaje da, “Bizav tê kirin ku Îraq rasterast neçe nav hevrikiyên di navbera Îran û Amerîkayê de”. Ron jî kir, “Amerîka li deverê li seqamgiriyê digere, wesa diyar dibe ku rolê Îranê li deverê bibandortir be, lewma Îraq di qonaxa keftina xwe de ye”.

Her dîsa got, “Amerîka û Îran li ser yek tiştî yek in, ew jî berpakirina şerî li Îraqê ye”. Zêdetir jî zelal kir, “Îranê axa Îraqê ji bo şerên xwe kiriye meydaneka azad”.

Ji aliyekê dî ve Serokê Lijneya Parastina Kurdan li Waşintonê Intîfaz Qenber jî her li ser eynî mijarê ji K24ê re got, “Partên Şîeyan dilsoziya xwe ji bo Îranê eşkere kiriye, ew dijatiya welatê xwe dikin, lewma ew sedema serekî ya hevrikiyan in”.

Qenber herwesa ragehand, “Partên Şîeyan destê xwe danaye ser desthilata siyasî ya Îraqê, ezmûna demokratiyê li Îraqê bûye ezmûna dizîna pereyê dewletê û gendeliyê”.

Tekez jî kir, “Ji bo ku Îraq bibe wîlayeteka Îranê, dijatiya Herêma Kurdistanê dikin”.

Her dîsa amaje da, “Dilsoziya partên Şîeyan ji bo Îranê dilsoziyeka olî nîne, wekî dilsoziya ji bo Papayê Vatîkanê, belkî dilsoziyeka siyasî û serbazî ye”.

Herwesa got, “Tê gotin ku hejmona Îranê li Îraqê zêde bûye, lê em nabînin ku li Hewlêrê zêde bûbe, ji ber ku li Hewlêrê hikûmetek heye, dixwaze xizmeta neteweya xwe bike û serê xwe ji bo Îranê naçemîne”.

Ron jî kir, “Hejmareka serkirdeyên Şîeyên Îraqê pêgehên xwe ji bo xizmeta Îranê bi kar tînin”.

Fly Erbil Advertisment