Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan: Qet nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên berdan

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan
Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan radigehîne, duberekî çend mezin bin, nabe ku em bihêlin bandora wan li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe, tekez jî dike ku dê ji bo parastina qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê piştevanên hemî bizavan bin.

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan îro (Yekşem, 4.2.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Parasatina qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê erkekê welatperwerî yê hemî kitekesên dilsoz ên Kurdistanê ye. Duberekî çend mezin jî bin, nabe ku em bihêlin bandora wan li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe”.

Wê partiyê herwesa got, “Giring e ku tevaya aliyên siyasî ji bo rêgirtina li ser bizavekê ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê arîkar, hevaheng û yekrêz bin”.

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Kurdsiatnê di nêzîktirîn dem de û çarekirina arêşeyên darayî û jîn û jiyara welatiyên Kurdistanê piştgiriya hemî bizavan dike.

Herwesa tekez dike, “Herêma Kurdistanê berhemê xwîna bi hezaran şehîd, Enfal, qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê ye û qet nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên berdan”.

Fly Erbil Advertisment