Peyamnêrê K24ê: Ereb û Tirkmen bizavê ji bo paşxistina civîna Civata Parêzgeha Kerkûkê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe civata hilbijartî ya parêzgeha Kerkûkê civîna xwe ya yekê bike, lê ji ber lihevnekirina aliyan li ser postê parêzgerî û pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, Ereb û Tirkmen di civînê de ne ji bo ku careka dî wê civînê paş bixin.
Li dû zanyarên K24ê, îşev (Yekşem, 4.2.2024) nûnerên hilbijartî yên her du pêkhatên Ereb û Tikrmen bi serperiştiya Parêzgerê Sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî civiyane ji bo ku civîna sibe ya Civata Parêzgeha Kerkûkê paş bixin an jî têk bidin.
Herwesa hindek ji endamên Kurd ên hilbijartiyên parêzgeha Kerkûkê ji bo K24ê amaje da ku, ew ji bo civîna sibe berhev in û çi haydariyên fermî ji bo paşxistina wê civînê negehiştine wan.
Herwesa çavkaniyekê ji ragehandina parêzgeha Kerkûkê ji bo K24ê eşkere kir, tevaya berheviyan ji bo civîna yekê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê hatine kirin.
Piştî ku civîna yekê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê, ku biryar bû li 1ê Şibata 2024ê hatiba kirin, ji bo 5ê Şibata 2024ê hat paşxistin, aliyên siyasî ji bo diyarkirina parêzgerekî ji bo Kerkûkê li ser danûstandinan berdewam in, lê heta niha ji bo yekalîkirina pirsa lêkvekirina postên wê parêzgehê negehiştine çi lihevkirinekê.