Amerîka: Dostîniya me bi Herêma Kurdistanê re warên bazirganî û çandî jî vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn radigehîne, “Dostîniya me bi Herêma Kurdistanê re warên bazirganî û çandî jî vedigire”.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn li ser tora civakî ya Xê radigehîne, “Birêveberê Karûbarên Îraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Bitner bi Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher re civiya û danûstandin li ser dostîniya Waşinton û Hewlêrê kirin”.
Di peyama Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn de hatiye, “Dostîniya me bi Herêma Kurdistanê re warên bazirganî û çandî jî vedigire, îro Birêveberê Karûbarên Îraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Bitner bi Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma kuridstanê re danûstandin li ser van waran û çend warên dî jî kirin”.