Li Bedlîsê hemî çalakiyên medenî hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hemî çalakiyên civaka medenî li bajarê Bedlîsê yê Bekurê Kurdistanê ji aliyê parêzgerê wî bajarî ve ji bo dema pênc rojan tên qedexekirin.
Parêzgerê Bedlîsê îro (Duşem, 5.2.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, bi merema rêgirtina li hemî kiryarên têkderane, çalakiyên civaka medenî wekî xwenîşandan, kombûn, konfiransên rojnamevanî, meş û komkirina îmzayan hatine qedexekirin.
Ew biryar her ji îro tê bicihanîn û heta 9ê vê mehê berdewam dibe. Her di eynî demê de amaje daye, di wê demê de bizav dê bên kirin ku ewlehiya giştî ya parêzgehê bê parastin û rê dê li her kiryarekê ku bibe sedema têkdana aramiyê bê girtin.
Ev ragehandina parêzgeha Bedlîsê piştî wê yekê hat ku li çend deverên Bakurê Kurdistanê bang ji bo xwenîşandanekê ji bo daxwaziya azadkirina rêberê PKKyê Ebdila Ocelan hatiye kirin.
Her di eynî demê de aliyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan berhev dikin, ku biryar e li 31ê Adara bê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.