Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktora ewlehî û aramiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktora ewlehî û aramiyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê “X” nivîsî: “Me û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler tekezî li ser berdewamiya hemvahengiyê ji bo aramî û asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktora ewlehî û aramiyê û em rê nadin ku bibe cihê metirsiyê li ser cîranên me.”
Herwiha da zanîn: “Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê sersaxî û hevxemiya xwe bo qurbaniyên êrişa Hewlêrê nîşan da û got, ew êriş ti hinceta wê nîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Sibata 2024an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kiribû.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin kirin. Pêxemetî ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Îraq û deverê, tekez li ser giringiya berdewambûna hevahengî û arîkariya hevpar jî hat kirin.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrîşa Hewlêrê diyar kir û serexweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û amaje da ku çi behane ji bo wê êrîşê nînin”.
Her di wê civînê de, Mesrûr Barzanî xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyên dualî li ser bingeha cîrantiyeka baş û berjewendiyên hevpar tekez kir”.
Her dîsa got, “Herêma Kurdistanê wekî her car dê faktereka ewlehî û seqamgiriyê be û rêyê nade ku ji bo cîranên xwe bibe sedema gef û metirsiyan”.
Giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkirina rewşa deverê û vegerandina awareyan ji bo cihên wan mijarên tewerekê dî yê danûstandinên wan bûn.