Bi hevkariya KOICA dê 20 dibistan li Hewlêrê bên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ajansa KOICA ya Koreya Başûr re Yadaştnameyek îmze kir.

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, di navbera Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û KOICA ya Koreya Başûr de, Yadaştnameyek hat îmzekirin.

Li gorî Alan Heme Seîd: “Yadaştname projeyek e ku dê xizmeta sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê bike. Koreya Başûr piştî sala 2003’an, li Herêma Kurdistanê giringî daye qadên leşkerî, aborî, çandî û perwerdehiyê.”

Wezîrê Perwerdeyê behsa kar û hewlên tîma Zeytûn ya Koreya Başûr di dema borî de kir û got, KOICA jî roleke wê ya girîng di piştgirî û hevkariya perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebû.

Diyar kir jî, KOICA dê komlgeheke mezin a perwerdeyê ye li paytexta Hewlêrê veke, ta ku xizmeta rûniştevanên Hewlêrê û hemû xwendekarên penaber ên deverê bike.

Amaje bi wê jî, di heman demê de KOICA dê 20 dibistanan li Rêveberiya Giştî ya Perwerdê ya Hewlêrê, Pirtûkxaneya Zeytûn nûjen bike û dê navendeke perwerdekirina mamosteyan li Hewlêrê veke.