Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm hevdîtinek pêk anî û li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyê bi Cîgirê Serokê Îmarat, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm re civiya.

Di civînê de ku Cihnişînê Dubey Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid, Cîgirê Yekem ê Hukimê Dubey Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Îmarata Erebî amade bûn, guftûgo derbarê pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hattin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Îmarata Erebî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Bin Raşid kêfxweşiya xwe bi beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de nîşan da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de nîşan da.

Fly Erbil Advertisment