Apikur: Divê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê givaştin li ser Îraqê bên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) nameyek ji bo Kongirêsê Amerîkayê şandiye û tê de daxwaz dike ku, Kongirês ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, bi rêya boriya petrolê ya Îraq – Tirkiyeyê, givaştinan bixe ser Hikûmeta Îraqê.
Di naveroka nameya Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) de hatiye, “Hikûmeta Îraqê bi merem rê li berhemaîna petrolê li Herêma Kurdistanê girtiye, lewma jî her meh nêzî 1 milyar dolaran zirarê dike”.
Apikurê di nameya xwe de herwesa amaje daye gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî, ku dibêje, “Em li benda zêdetir arîkariya Amerîkayê ne”. Herwesa dibêje, “Divê Amerîka desttêwerdanê bike û arîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike”.
Her dîsa naveroka wê nameyê amaje daye, “Daxistina wê boriyê dorpêçeka petrolê ya siyasî ye, rasterast zirarê digehîne berjewendî û weberhênanên Amerîkayê, herwesa divê şertan ji bo paşeroja arîkariyên Amerîkayê ji bo Îraqê li ber çav werbigire”.
Di pareka dî ya wê nameyê de hatiye, “Divê Hikûmeta Îraqê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike, herwesa Hikûmeta Îraqê red dike ku budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne û berdewam gefên darayî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike”.
Pêştir jî Apikurê daxwaz ji Kongirêsê Amerîkayê kiribû ku Hikûmeta Îraqê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê razî bike.