Li Sêrtê 13 kes bi tometa “endamtiya PKKê” hatin binçavkirin

Diyarbekir (K24) – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, 13 kes bi gumana alîkarî û endamtiya PKKê, hatin binçavkirin. Parêzgariya Sêrtê jî ragihand, di derbarê van gumanbaran de şopandina dadî dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve hatiye dayîn, li navçeyên Misirc û Dihê yên ser bi Sêrtê ve li dijî endamên PKKê operasyon hatine kirin û di encama van operasyonan de ligel 13 gumanbaran, gelek materyalên dijital jî hatine binçavkirin.

Parêzgariyê ragihand ku operasyon bi hevpariya Gerînendehiya Ewlehiyê ya Sêrtê û Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê û Îstîxbaratê (MÎT) ve hatiye kirin û ji bo aramî û ewlehiya welatiyên xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Fly Erbil Advertisment