“Desthilat ji pêşketina xebatên çand û hunera Kurdî ditirse”
Stenbol (K24) – Vê dawiyê li Tirkiyeyê qedexekirina konser û şanoyên Kurdî zêde bûye û mînaka herî dawî jî li Stenbolê rû da. Nûmayîşkirina şanoyeka Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” piştî Agirî û Dîlokê li Stenbolê jî bêyî çi hincetekê hate qedexekirin. Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd di wê baweriyê de ne ku, di salên dawî de xebatên çand û hunera Kurdî zêde dibin û bandor li ser civak Kurdî dikin. Desthilat jî ji vê encmê ditirse û çareyê di qedexekirinê de dibîne.
Nûmayîşkirina şanoyeka Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” piştî Agirî û Dîlokê li Stenbolê jî bêyî çi hincetekê hate qedexekirin.
Biryara qedexeyê, piştî ku hemû tîkit hatibûn firotin û seetekê ji nûmayîşkirinê mabû hate ragihandin û ji ber vê yekê, dildarên hunera Kurdî ku bo temaşekirina şanoyê hatibûn ber hola nûmayîşkirinê nerazîbûneka tûnd nîşan dan û di navbera wan û hêzên asayîşê de alozî derketin.
Yek ji lîstikvanên Qral û Tiravîsê şanoger Bahoz Ozsunar di wê baweriyê de ye ku, sedema qedexekirinê tirsa pêşketina xebatên çand û hunera Kurdî ye.
Şanoger Bahoz Ozsunar got: “Îro hunera Kurdî gelek pêş dikeve û xelk jî hem li hunera Kurdî, hem jî li zimanê xwe xwedî derdikeve û beşdarê çalakî û xebatên hunerî yên Kurdî dibe. Ev piştevanî jî wan ditirsîne. Lewma hunera Kurdî qedexe dikin. Lê em dê berdewamiyê bidin xebatên xwe. Turneya me berdewam e û em dê şanoya xwe li gelek bajarên din nûmayîş bikin.”
Qedexekirina şanoya Kurdî li torên medyaya civakî jî dengeke mezin veda û biryar ji her aliyan ve hate şermezarkirin. Siyasetmedar û rewşenhizrên Kurd diyar dikin ku, deshilat ji girseyîbûna xebatên çand û hunera Kurdî ditirse, lewma çareyê di qedexekirinê de dibîne.
Siyasetmedar Latîf Epozdemîr dibêje: “Rayedarên Tirk dibînin ku îro berhemên çandî û hunerî yên Kurdî di van çend salên dawî de gelek zêde bûne û civaka Kurdî jî pê bandor dibe û pêş dikeve. Çi muhafazakar, çi pêşverû, çi komûnîst, çi şoreşger, her aliyên Kurdî azadiya zimanê Kurdî diparêzin. Rayedar naxwazin ev qada sivîl û çandî zêdetir berfireh be û bandor li ser civakê bike.”
Qral û Travîs yek ji berhemên nivîskarê Amerîkî Sam Bobrick e ku berî niha gelek caran hatiye nûmayîşkirin. Di lîstikê de kesekî bêkar û nerazî yê bi navê Travis Pine ji Serokê Amerîkayê re nameyan dişine û ji krîz û nexweşiyên welêt Serokê Amerîkayê berpirsiyar digre.
Pêştir konsert û nûmayîşkirina şanoyên Kurdî gelek caran bi hincetên cûrbecûr dihatin qedexekirin. Lê vê carê ya metirîsdar ew e ko, di biryara qedexeyê de çi hincet nehate nîşandan. Lê Koma Şano Ar dibêje, ew li ser xebatên xwe rijd in û yek gav jî paşde navêjin.