Hingivînê Kurdistanê li Pêşangeha Hingivînî li Qeterê tê berçavkirin

Wêne: Fermangeha Medya û Zanyaran
Wêne: Fermangeha Medya û Zanyaran

Navenda Nûçeyan (K24) - Hingivînê çiyayên Kurdistanê di Pêşangeha Pêncê ya Hingivînî de li Qeterê tê berçavkirin, herwesa şirovekarekê bilind li Tîma Çandinê ya Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: Daxwazeka zêde ji aliyê bikiran ve li ser hingivînê Kurdistanê di wê pêşangehê de heye.

Şirovekarê Bilind li Tîma Çandinê ya Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dilşêr Berdereşî îro (Yekşem, 18.02.2024) ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehand, “Piştî hinardekirina hingivînê Kurdistanê li Mijara 2023ê, ji aliyê hikûmeta Qeterê ve çend caran pişkinînên cûnî ji bo hingivînê kurdistanê hatiye kirin û bi rengekê serkeftî ji hemî ezmûngehan derbaz bûye”.

Wî şirovkarî herwesa amaje da, “Niha li Pêşangeha Hingivînî li Qeterê ku 23 welat û 100 kompaniyên cuda cuda yên cîhanê tevlî wê bûne, hingivînê Kurdistanê tê berçavkirin û daxwazeka zêde li ser kirîna wî heye”.

Hingivînê hinardekirî yê Kurdistanê li Pêşangeha Pêncê ya Hingivînî li Dewheya paytexta welatê Qeterê tê berçavkirin û daxwazeka zêde li ser kirîna wî heye. Ew pêşangeh li 10.02.2024ê hatiye vekirin û dê heta 19.02.2024ê berdewam be.

Ev jî di demekê de ye ku li Mijdara 2023ê, bi serperiştiya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û piştevaniya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê û Nivîsîngeha Serokwezîrî, piroseya hinardekirina hingivînê Herêma Kurdistanê ji bo Qeterê hat destpêkirin.

Pêştir jî li Kongireya 16ê ya Navdewletî ya Mêşevanên Asyayê li Erebistana Siûdiyê ji bo sala 2023ê, kêbirkêya baştirîn hingivînê salê di navbera welatên Asya û welatên Erebî de hat kirin û tê de hingivînê Kurdistanê rêza yekê bi dest xwe ve anî.

Fly Erbil Advertisment