“Qedexeya li ser lîstika kurdî “Qral û Travîs” hat rakirin”

Koma Şano Ar
Koma Şano Ar

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşandana şanoyeka Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” ku berî çend rojan navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hatibû qedexekirin, hat ragihandin ku qedexeya li ser şanoyê hatiye kirin.

Rojnamegerê navdar Ahmet Hakan ragihand, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya qedexeya li ser şanoya kurdî ya bi navê “Qral û Travis” a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê rakiriye.

Got jî: Yerlikaya karvedan li hember biryara qedexekirina şanoyê nîşanî vê biryarê daye û ji Qeymeqamê Şîşliyê re gotiye, nabe ev lîstik ji ber zimanê wê were qedexekirin.

Qral û Travîs yek ji berhemên nivîskarê Amerîkî Sam Bobrick e ku berî niha gelek caran hatiye pêşandan. Ev cara sêyemîn e lîstik tê qedexekirin û lîstikvanan jî li ber Şanoya Şîşlî civîneke çapemeniyê lidar xistibûn.

Biryara qedexekirina pêşandana lîstika “Qral û Travîs” ji aliyê çalakvan, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ve rastî nerazîbûn û karvedanên tundî hatibû.

Fly Erbil Advertisment