Kevirê bingehîn ê çend projeyan li nahiya Batîfa hate danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiya Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve, kevirê bingehîn ê çend projeyan bi zêdetir ji du milyar dînar hate danîn. Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî got: “Em ê di xizmetkirina rûniştvanên deverê de berdewam bin.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 19ê Sibatê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, kevirê bingehîn ê projeya kanalîzasyon li Batîfa û dibistanekê li nahiya Bêgoveyê hat danîn.

Guhdar Şêxo got: “Me giranî daye ser rê, av, elektirîk û perwerdeyê. Xweşbextane îro li navçeya Batîfayê pêşketineke baş heye.” Herwiha got jî, devera Batîfa di warê çandinî û geştyarî de dewlemend e.

Got jî: “Gelek proje li navçeya Bêgove jî hatine encamdan, bi taybetî ew pirojeyên ku pêwîst bûn û em ê berdewam bin li ser xizmetkirina welatîyên deverê bo avedankirina deverê.