Îraq 50 milyar dînaran ji bo sindoqa avedankirina Şingalê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serowezîrê Îraqê li Şingalê serperiştiya civîna Civata Parêzgeha Neynawayê dike, û tê de 50 milyar dînaran ji bo sindoqa avedankirina Şingalê terxan dike.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê ragehandinek belav kiriye û tê de amaje daye, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 04.03.2024) serokatiya civîna Civata Parêzgeha Neynawayê kir”.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Ew civîn li qezaya Şingalê hat kirin, tê de Sûdanî tekez kir ku civatên parêzgehan westgehên hilsengandina edaya hikûmetên navxweyî ne”. Amaje jî daye, “Ji ber wêrankarî û êrîşên terorsitî, parêzgeha Neynawayê pêdivîtî bi zêdetir avedankirinê û çarekirina arêşeyên welatiyan heye”.
Serokweazîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di wê civînê de ron jî kir, “Hikûmeta Federalî li ser arîkarîkirina hikûmetên xwecihî pabend e, serpişkiya karê parêzgeran çi ji karê hikûmetê kêmtir nîne, pêxemetî dabînkirina zêdetir derfetên karî û rûbirûbûna diyardeya hejariyê”.
Serokweazîrê Îraqê di wê civînê de amaje da giringiya pêgeha parêzgeha Neynawayê jî.
Sûdanî di derheqa rewşa Şingalê de jî got, “Peyama vê civînê li Şingalê ji bo xelk û xwecihên wê ew e ku, Hikûmeta Îraqê niyet heye helmeteke avedankirinê li Şingalê dest pê bike, di vê rêyê de jî Hikûmeta Îraqê 50 milyar dînar ji bo sindoqa avedankirina Şingalê ji budceya giştî ya Îraqê terxan kirin”.
Navbirî herwesa amaje da rol û derdeseriyên Êzidiyan, zêdebarî tekezkirina li ser giringiya bihêzkirina aştiya civakî û seqamgirî û biratiyê li Şingalê û tevaya deverên derdora Neynawayê.
Serokwezîrê Îraqê tekez jî kir ku, daxwaz ji wezaretan kiriye wekî amadekarî ji bo vegeriyana awareyan, tayên dezgehên xwe li Şingalê vebikin, ji wan jî Dezgeha Şehîdan ji bo çarekirina arêşeyên doza şehîdên Şingalê.