Cîgirê Serokê Şaredariya Tetwanê rastî êrîşekê hat

Cîgirê Serokê Şaredariya Tetwanê rastî êrîşekê hat
Cîgirê Serokê Şaredariya Tetwanê rastî êrîşekê hat

Diyarbekir (K24) - Hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Şaredariya Tetwanê Necdet Okmen rastî êrîşeke çekdarî hatiye, ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin û rewşa wî ne garan e.

Derbarê êrîşê de lêpirsîn jî hatiye vekirin. Li navenda Tetwana Bedlîsê Cîgirê Serokê Şaredariya Bedlîsê Necdet Okmenê Ak Partîyî demjimêr 12.15ê li nêzîkî rawêstgeha mînîbusên Xelatê dema di wesaîta xwe de bû rastî êrîşê hat.

Hat zanîn ku pêşî 2 wesaîtan wesaîta Necdet Okmen asteng kirine û dane rawestandin û paşê kesên ji 2 wesaîtan peya bûyîn bi dar û kêran êrîşî Necdet Okmen kirine û paşê bi çekan êrîş kirine û gule berdane lingên wî.

Necdet Okmenê ji lingên xwe birîndar bûyî bo Nexweşxaneya Tetwanê ya Dewletê hat rakirin û hat zanîn ku metirsî li ser jiyana wî nîne.

Derbarê bûyerê de jî polîs lêkolînên xwe didomînin û bo aşkerekirina nasnameya êrîşkaran lêkolîn berdewam in.

Fly Erbil Advertisment