Hîwa Geylanî: Serkeftina Serhildanê ji yekrêziya hêzên Kurdistanî û cemawerî bû

Hîwa Geylanî
Hîwa Geylanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Komîteya Navendî ya PDKyê radigehîne, “Serhildana Bihara sala 1991ê ji bo Kurd û Kurdistanê detpêka azadiyê bû, serkeftina Serhildanê yekrêziya hêzên Kurdistanî û cemawerî bû”.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Hîwa Geylanî îro (Sêşem, 05.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Serhildana Bihara sala 1991ê ji bo Kurdan detpêka azadiyê bû û tê de Kurdistan bi Kerkûk ve hat azadkirin, yek ji nihêniyên serkeftina Serhildanê yekrêziya hêzên Kurdistanê û yekrêziya cemawerî bû”.

Hîwa Geylanî got, “Berê Serhildanê û 33 salên azadiyê avakirina Perleman, hikûmet û dezgehên qanûnî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di dema wan 33 salan de pêşkeftineke zêde di warên cuda cuda de peyda bûye”.

Navbirî amaje jî da, “Îro Herêma Kurdistanê cih û pêgeha xwe li Îraq û welatên navdewletî diyar kiriye. Desthilatdariya Kurdî qanûnên baş hene, rast e ku me kêmûkasî hene, lê divê em di bîranîna Serhildanê de helwestekê diyar bikin, her tiştekî me ji bo gelê Kurd nekiriye, em bikin”.

Fly Erbil Advertisment