Mesrûr Barzanî: Serhildan berhemê yekrêziya tevaya tex û çîn û pêkhatên Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera 33ê ya Serhildana Adara 1991ê de dibêje, “Bila bîranîna Serhildanê zêdetir paldera me be ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurdistanê”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 05.03.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Berî sih û sê salan, Serhildana berhemdar a Kurdistanê û şanaziya me ya mezin hat kirin, ku berhemê yekrêziya tevaya tex û çîn û pêkhatên gelê Kurdistanê bû”.
Mesrûr Barzanî di pareke din a peyama xwe de amaje daye, “Bila bîranîna Serhildanê zêdetir paldera me be ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurdistanê”.
Meha Adarê ji bo Kurdan pirî rûdanên cuda cuda ye lê ji roja 5ê Adarê heta 21ê Adarê ji bo xwecihên Başûrê Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, di dema van çend rojan de li sala 1991ê xelkî li dijî rijêma Beis serê xwe hilda, ku ji bo dema gelek salan desthilatdariyeke tund û nemirovane li beranberî gelê Kurd bikar dianî.
Berî Serhildanê hevpeymaniya aliyên Başûrê Kurdistanê di Bereyê Kurdistanî de wesa kir ku germatiyek da xelkî û di demeke kurt de karîn gelek bajar û bajarkên Başûrê Kurdistanê azad bikin.
Li 5ê Adara 1991ê, nexşeyê yekê yê Serhildanê hat danan û di eynî rojê de xelkî bi piştevaniya Pêşmergeyê Kurdistanê bajarê Ranyayê û derdorên wê rizgar kirin û tevaya dezgeh û serbazgehên rijêma Beis girtin û êdî cemawer û Pêşmergeyan bajar û bajark û deverên din ên Kurdistanê jî girtin.
Serok Barzanî jî, ku li sala 1988ê pêşbîniya guhertinên mezin kiribû, bi serkirdeyên din ên Bereyê Kurdistanî re mil bi milê Pêşmergeyên canfeda yên Kurdistanê tevlî rizgarkirina tevaya bajar û bajark û deverên Kurdistanê bû, di dastana Şerê Korê de jî serperiştiya şerî kir ku di encamê de rijêm neçar bû daxwaza danûstandinan bi Bereyê Kurdistanî re bike.
Serhildan berê hevahengiya Bereyê Kurdistanî bû, di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de werçerxaneke dîrokî bû, ku berê wê qewareya Herêma Kurdistanê bû.
Serhildan berê arîkarî û hevahengiya partiyên nav Bereyê Kurdistanî û xelkê Kurdistanê bû, ji Ranyayê dest pê kir û bi kontirolkirina Kerkûkê li roja 21ê Adarê ku Newroz bû bidawî hat û tevaya Başûrê Kurdistanê ji bin destê rijêma Beis hat derxistin.