Wezareta Ewqafê biryarek di berjewendiya heciyan de derxist

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî radigehîne, “Ew kesên navên wan ji bo piroseya hecê ya îsal di nav yedekan de ne, navên wan ji bo sala 2025ê dimînin”.

Li dû nivîsareke Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ku kopiyeke wê bi dest K24ê keftiye, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ji bo berjewendiya giştî ya welatiyan biryar daye ku, “Ew kesên navên wan ji bo piroseya hecê ya îsal di nav yedekan de ne, ji bo piroseya hecê ya sala bê dê eynî mafî hebe”.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî got, “Ew biryar ji wan kesan digire ên ku pêştir sefera hecê nekiribe û derfeta seferkirnê ji bo mala Xudê jê re çê nebûbe”.

Fly Erbil Advertisment