Jinên CHPyê li Diyarbekirê ji bo 8ê Adarê çalakiyek li dar xist

Jinên CHPyê li Diyarbekirê ji bo 8ê Adarê çalakiyek li dar xist
Jinên CHPyê li Diyarbekirê ji bo 8ê Adarê çalakiyek li dar xist

Diyarbekir (K24) - Ji bo 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Diayrbekirê jî ji bilî mîtîng û daxuyaniyan, çalakiyên li dijî tundûtûjiya jinan jî hatin kirin.

Hejmarek jinên CHPyî îro (Înî, 08.03.2024) ligel namzedên şaredariyan li parkeke navendî ya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û bi rakirina pankartên Tirkî û Kurdî, pêkutiyên li ser jinan şermezar kirin.

Jinên Partiya Komarî ya Gel CHPyê li Diyarbekirê ji bo balê bikişînin ser tundûtûjiya li dijî jinan, pankartên bi Tirkî û Kurdî hildan û di van pankartan de pêkutiyên li ser jinan derxistin pêş.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de, namzeda Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê ya CHPyê Canan Demîr ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li dijî jinan, rûyê xwe bi makyajê reş û mor kir û bal kişand ser cudakariya li dijî jinan û tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Di dewama daxuyaniyê de bang li desthilata Tirkiyeyê hat kirin ku maf û azadiyên jinan biparêzin û ji bo pêşî li tundutûjiya li dijî jinan bê girtin, bergirên di cih de bên danîn.

Her wiha bang li mêrên xwedî hişmendiya ku jinan kêm dibînin jî hat kirin û hat gotin ku jin ne benîştên devên gemaran in û ew dê di her qadê de hebin û ew dê mafên hebûna xwe biparêzin.

Fly Erbil Advertisment