Serokwezîr Mesrûr Barzanî meha Remezanê li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta hatina meha Remezanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozkirinê belav dike û tê de dibêje, “Em lavayan ji Xudayê mezin û dilovan dikin ku meha pîroz a Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyan û bidawîhatina nexweşî û qeyranan li cîhanê”.
Bi helkefta hatina meha Remezanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 10.03.2024) peyamek belav kir ku tê de hatiye, “Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, ez germtirîn pîrozbahiyan li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikm, hêvîdar im meha xêr û xweşî û aştî û aramiyê be”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Em lavayan ji Xudayê mezin û dilovan dikin ku nivêj û rojî û îbadetê me tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyan û bidawîhatina nexweşî û qeyranan li cîhanê”.
Deqê peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, ez germtirîn pîrozbahiyan li Misilmanên kurdistanê û cîhanê dikm, hêvîdar im meha xêr û xweşî û aştî û aramiyê be.
Em lavayan ji Xudayê mezin û dilovan dikin ku nivêj û rojî û îbadetê me tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyan û bidawîhatina nexweşî û qeyranan li cîhanê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê