Rengvedanên li dijî biryarên Dadgeha Federalî berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwazê dikin ku bi rêya pirojeyekî niştîmanî rûbirûyî biryarên Dadgeha Federalî bibin, lê arêşeyê di wê yekê de dibînin ku hejmareke wan skalayan ji aliyê hêzên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistanê ve hatine tomarkirin.

Her aliyekî siyasî bi awayekî behsa biryarên Dadgeha Federalî dike, hindek ji wan dibêjin ku ew biryar dijî qewareya Herêma Kurdistanê ne, hindek jî bi siyaseteke navincî dibêjin ku biryarên Dadgeha Federalî giran in, lê hindek ji partiyên siyasî jî dibêjin “sedema van arêşeyan nebûna pirojeyekî niştîmanî ye”.

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Şiyoî ya Kurdistanê Hendirên Ehmed dibêje:

Di binyat de nebûna pirojeyekî hevgirtî yê niştîmanî bûye sedema çêbûna hevrikiya partiyan û berjewendiyên berteng ên partiyan li pêşî berjewendiyên niştîmanî, lewma jî niha bi awayekî lawaz rûbirûyî biryarên Dadgeha Federalî dibin, ku li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ne û binpêkirinên destîrû ne jî. Li beranberî wê yekê pêdivîtiya me bi kongireya niştîmanî û diyaloga niştîmanî pêxemetî hevpariyeke civakî heye, ji bo biryarên siyasî û parastina ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê, ji bo ku em bikarin qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Ew skala ji aliyê partiyên siyasî û hejmareke kesatiyên navxwe ve li ser Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federalî hatine tomarkirin.

Lewma tevaya wan biryarên li Dadgeha Federalî li dijî Herêma Kurdistanê tên derxistin li ser bingeha wan skalayan in ên ku ji aliyê hindek partiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê ve hatine tomarkirin.

Endamê Serkirdetiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Goran Celal jî dibêje:

Li dû gotina tevaya wan kesên ku şarezayên warê destûrî ne, Dadgeha Federalî ji gelek aliyan ve zêdegavî di desthilat û taybetmendiyên xwe de li ser biryardanê kiriye, taybet di biryarên vê dawiyê de li ser bazinên hilbijartinên Herêma Kurdistanê cihê desthilata qanûndananê girtiye, ku ev di desthilata Dadgeha Federalî de nîne. Tevaya van tiştan wesa kiriye ku alîgiriyek di biryarên Dadgeha Federalî de hebe, lê tevaya wan jî ji verêja wan netebayî û duberekiyan e yên ku di navmala Kurdî de hene.

Hindek ji partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê duberekiyên xwe yên navxweyî birine Bexdayê û Dadgeha Federalî ya Îraqê kiriye dadwer, lê encamê wê yekê çêbûna metirsiyê li ser qewareya Herêma Kurdistanê ye, niha jî diyar nîne ew aliyên Bexda kiriye rizgarker ji nezanînê bû an bi pilan ew kar kiriye.

Heta niha Dadgeha Federalî ya Îraqê hejmareke biryaran li dijî Herêma Kurdistanê derxistiye, dawî biryar ên roja 21.02.2024ê bûn, ji bo yekalîkirina wan skalayan ên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Fly Erbil Advertisment