Di roja bûna Mela Mistefayê Barzanî de li Dihokê helmeteke çandina şitilan bi rê ve diçe

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) - Di roja bûna Mela Mistefayê Barzanî û salvegera serhildana bajarê Dihokê de, helmeteke çandina şitilan li Dihokê bi rê ve diçe.

Îro (Pêncşem, 14.03.2024), ku roja bûna Mela Mistefayê Barzanî û salvegera serhildana bajarê Dihokê ye, bi amadebûna Serokê Bajarvaniya Dihokê, Birêveberê Tendirustiyê, Berpirsê Liqa Yekê ya PDKyê, Nûnerê Yekîtiya Cîhanî ya Parastina Jîngehê û hejmareke çalakvan û jîngehparêzan, helmeteke çandina şitilan li Dihokê hat kirin.

Di wê helmetê de, zêdetirî hezar û 100 şitilên cuda cuda hatin çandin, herwesa ev helmet dê ji bo dema çend rojan jî berdewam be.

Roja 14ê Adarê di dîroka Kurdistanê de rojeke taybet e, ji ber ku di wê rojê de li sala 1903ê Rêberê Bizava Rizgarîxwazî ya Gelê Kurd Mela Mistefayê Barzanî hatiye ser dinyayê.

Her sal xelkê Kurdistanê bi tevaya dîtin û nerîn û netewe û olên xwe ve di vê rojê de merasîmên cuda cuda dikin, lewma jî Civata Niştîmanî ya Kurdistanê ew roj kiriye bêhnvedana fermî, herwesa di vê rojê de li piraniya bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê helmetên çandina şitilan jî tên kirin.

Fly Erbil Advertisment