Mesrûr Barzanî tekeziyê li giringiya parastina mafên qurbaniyên destê DAIŞê û qerebûkirina wan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Adara 2024an pêşwazî li Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî û Berpirsê Tîma Navdewletî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê (UNITAD) Christian Ritcher kir, bi boneya bidawîhatina erkê wî.
Serokê tîma UNITED spasî û pêzanîna xwe û tîma xwe ji bo hevahengî û hevkariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel tîma UNITED di serkeftina karê tîma komkirin, arşîvkirin û dîjîtalkirina belgeyên tawanên terorîstên DAIŞê de, nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li giringiya parastina mafên qurbaniyên destê terorîstên DAIŞê û qerebûkirina wan û berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bo dadgehkirina tawankarên DAIŞê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir ku divê berpirsên DAIŞê ji ber tawanên xwe ku tawanên jenosîd, tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê ne, bên dadgehkirin. Ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevkarîkirina ligel civaka navdewletî berdewam be.