10 partiyên tirkmenan piştgiriya xwe ji bo biryara PDKê ya beşdarnebûna hilbijartinan nîşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Partî û aliyên siyasî yên pêkhateya Tikmenan piştgiriya xwe ji biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bayoktkirina hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê ragihandin ku ji ber biryarên Dadgeha Federal ya li dijî Herêma Kurdistanê û nehîştina kursiyên kutaya pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê, biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe.
10 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan îro 18ê Adara 2024an bi daxuyaniyeke hevbeş piştevaniya xwe ji bo biryara Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya beşdarnebûna di hilbijartinên bê yên parlamentoyê de, nîşan dan.
Di daxuyaniya aliyên Tirkmenan de hat gotin, “Em helwesta Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji bo piştgirîkirina li mafên destûrî yên gelê Tirkmen bilind dinirxînin.”
Herwiha tekezî li biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kirin û gotin: “Ji ber biryarên neqanûnî û nedestûrî yên Dadgeha Bilind a Federal ye.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “Em wek partî û Komela Siyasî ya Netewî ya Tirkmenan piştevaniya helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin. Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku li hember biryarên nedestûrî û neqanûnî yên Dadgeha Bilind a Federalî di heman eniyê de bin û yek helwest bin.
Aliyên Tirkmenan:
Partiya Geşepêdana Tirkmenî
Partiya Rizgariya Neteweyî ya Tirkmenî
Partiya Demokrat a Tirkmenî
Komelaya Tirkmenî ya Lîbralî
Komelaya Rewşenbîrî ya Tirkmenî
Partiya Yekîtiya Tirkmenî ya Iraqî
Partiya Niştimanî ya Tirkmenî
Tevgera Demokrasî ya Tirkmenî
Partiya Gelê Tirkmenî