Li Sêrtê rêwiyên di befrê de mayîn hatin rizgarkirin

Diyarbekir (K24) - Li Sêrtê 2 wesayît, ku rêwî tê de bûn û ji ber befra zêde li ser rêyê asê mabûn, hatin xilaskirin.
Li gor agahiyan, li gundê Tilo Mîho yê ser bi Xesxera navçeya Sêrtê ve, 2 wesayît, ku rêwî jî tê de bûn û ji ber befra zêde li ser rêyê asê mabûn, hatin xilaskirin.
Parêzgeha Sêrtê jî ragihand, li ser haydarkirinê, Tîmên Tekoşîna Befrê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Sêrtê çalakî li dar xistin, wesayîtên ku li ser rêyê asê mabûn rizgar kirin û birin herêma ewleh, herwesa rê li çûn û hatinê jî vekirin.