Li Diyarbekirê rikeberiya di navbera partiyên siyasî de zêde bûye

Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 2024an re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xebatên namzedên şaredariyan berdewam dikin. Li Diyarbekirê jî di rojên dawî yên ber bi hibijartinan ve civaknas rewşa rikeberiya namzed û partiyan, welatî jî rewşa heyî û bendewariyên xwe ragihandin.

Hilbijartinên herêmî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 5 salan carekê tên kirin û ji bo van hilbijartinên ku ji şaredaran heta endamên meclisên şaredarî û meclisên bajaran, ji muxtarên gund û taxan heta azayên muxtaran tên hilbijartin, rojên bi hejmar mane. Li Diyarbekirê jî wekî hemû deveran, rikeberiya navbera partiyên siyasî û namzedan zêde dibe. Civaknas diyar dikin ku bandora van bangeşiyan li ser civakê kêm e.

Civaknas Şeyhmûs Sefer ji K24ê re got: “Mixabin her partî li gorî bîr û baweriyên xwe û li gorî nasnameya ku nûnertiya wê dike, bi wî rengî nêzîkî civakê dibe. Ev yek dê heta radeyekê çiqas mirovan têr bike, dê çiqas bikaribe pirsên civakî çareser bike, ev di serên mirovan de wekî pirsek e. Lê baweriya min bixwe tuneye ku bikaribin piştî 31ê Adarê jiyaneke cuda pêşkêşî civakê bikin lewra ne xwedî wan amûran in.”

Li Tirkiyeyê 27, li Bakurê Kurdistanê 3 bajarên mezin hene û ev jî bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ne ku di hilbijartinên şaredariyan de ji bo partiyên siyasî xwedî girîngiyeke stratejîk ên aborî û herêmî ne. Lê ji bo welatiyan, hemû şaredariyên ku bi dengên wan hatine bidestxistin girîng in. Welatiyên ku dibin şahedên rikeberiya siyasî jî bendewariyên xwe bi vî awayî radigihînin:

Welatî: “Bila li xelkê xwe, li welatiyên xwe xwedî derkevin. Bila di nav xelkê xwe de bin, bila di nav welatiyên xwe de bin, bila di nav dikandar û karkerên xwe de bin. Em vê dixwazin. Em ne kar dixwazin ne tiştekî din. Bila bi me re bin, em bi hev re yek bin.”

Welatî: “Ji bo ku komeleyên çand û hunera Kurdî bên vekirin, ji bo ku dibistanên Kurdî bên vekirin, ji bo ku zarokên me bi Kurdî bijîn, em dibêjin dengên xwe bidin partiya xwe. Em ê di 31ê Adarê de qeyûman bişînin.”

Li Diyarbekir û 17 navçeyên wê, rikeberiya navbera partiyên siyasî zêdetir dibe. Namzedên ku projeyên xwe li gorî pêdiviyên herêmî çêdikin jî 3 meh in di nav welatiyan de digerin û hewil didin ku di hilbijartinan de bi ser bikevin.

Fly Erbil Advertisment