Kifrî.. kesek di êrîşeke dronî de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di verêja êrîşeke dronî de li nêzî sûka Kifriyê, serokê eşîreta Beyatê hat kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê ragehand, “Nêzî seet 03:10 ê piştî nîvroya îro (Yekşem, 31.03.2024), êrîşeke dronî li ser cihekî nêzî sûka Kifriyê li nîva bajarî hat kirin”.

Peyamnêrê K24ê herwesa got, “Di verêja wê êrîşa dronî de, kesatiyekî Tirkmen ê wê deverê bi navê Hisên Eloş ku serokê eşîreta Beyatê ya Kifriyê bû hat kuştin”.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî, çi aliyekî berpirsyariya xwe li ser kirina wê êrîşê diyar nekiriye.

Fly Erbil Advertisment