Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li tevaya Kiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîtoyê, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li pêkhatên Kildanî, Aşûrî, Siryanî û tevaya Kiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) li ser tora civakî ya Xê peyameka pîrozkirinê belav kiriye, di pareka wê de hatiye, “Ez serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîtoyê li xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî, Siryanî û tevaya Kiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim”.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de herwesa gotiye, “Ez bêhnvedan û cejneka aram û tena û saleka nû ya pirî bextewerî û serkeftin ji we re dixwazim û her sal bi xweşî û li hemî aliyan pîroz be”.