Serokê Herêma Kurdistanê bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê û şanda pê re dicivin û danûstandinan li ser rewşa ewlehî û serbazî ya deverê û alîkarî û hevahengiyên xwe yên hevpar dikin.
Malperê Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 04.04.2024) belav kiriye ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell û şanda pê re civiyan.
Di wê civînê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî amade bûbû, danûstandin li ser rewşa ewlehî û serbazî ya deverê hatin kirin.
Her di çarçoveya wê civînê de, kurtiyek li ser kar û çalakiyên hevpeymanan li deverê hat pêşkêşkirin, her du alî li ser berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê li Îraq û deverê hevnerîn bûn û herwesa pêdivîtiya hevahengî û alîkariya hevpeymanan bi artêşa Îraqê û Pêşmergeyan re ji bo rûbirûbûna metirsiyan tekez kir.
Di pareke din a wê civînê de, dawî pêngav û pêşhatên piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin behskirin. Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya berdewamiya wê piroseyê kir û piştevaniya xwe ji bo pêngavên wê diyar kir.
Çend mijarên din ên girêdayî rewşa deverê û hejî pûtepêdana her du aliyan aliyekî din ê wê civînê bûn û danûstandin li ser wan hatin kirin.
